Awaz û stran : Mihemed Bilko Helbest : Ehmed Bavê Alan Studio : Hikmet Mîlan Derhênan : Foad Haj Abdo Xeyalê te 1 - Ne şevê dî şeva bûrî Xeyalê te li vêdê bûrî Min got qey hatî dîdarê Bixwe hisyam hîna dûrî Wey lo dilo wey lo dilo Sewdaliyo bi derd û kulo 2 - Xeyalê bejna te dînê Wa bayê dil xemrevînê Çima wisa t`min di-êşînê Çima wilo t`min di-êşînê Wa birîna li ser birînê Wey lo dilo wey lo dilo Sewdaliyo bi derd û kulo 3 - Carê her şev bibe mêvan Xeyal û peyal û stran Min ji êşê derxîn qurban Min ji êşê derxîn heyran Destek êş e , û destek derman Destek êş e, û yek jî derman Wey lo dilo wey lo dilo Sewdaliyo bi derd û kulo